Kelehek stratejîk li ser Çemê Firatê: Keleha Ceber

Keleha Ceber nirxek dîrokî û arkeolojîk e ku şahidiyek ji bo dîroka kevnar a Sûriyeyê temsîl dike û yek ji nîşaneyên herî navdar ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

BERAA CELÎ

Tebqa – Keleha Ceber cihekî dîrokî ye ku xwedî girîngiyeke stratejîk û geştiyariyê ya mezin e. Li ser platoyekê li seriya Çemê Firatê hatiye avakirin. Bi cihê xwe yê niha, wek nîvgiravek di nîvê golê de derdikeve pêş. Ev yek jî wê dike peyzajek xwezayî û dîrokî ya balkêş û cihekî gelêrî ji bo mêvanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Xwedî hebûnek kevnar e

Keleha Ceber di seranserê serdemên dîrokî de wek kelehek parastinê ya girîng hatiye nasîn, ku tê de abîdeyên mîmarî yên hêja yên wek mînareya kevnar a mizgefta wê hene. Tunela di kevir de hatiye kolandin, şahiya kelehê zêde dike, şahidiyek ji bo jêhatîbûna sêwiraner û avakerên wê pêşkêş dike û jêhatîbûna avakirin û sêwirandinê ya Serdema Navîn nîşan dide.

Keleh ji bo lêkolînên arkeolojîk jî cihekî girîng e, agahdariyên hêja li ser Sûriyeya serdema navîn peyda dike û derfetên lêkolîna mîmarî û dîroka herêmê pêşkêş dike. Ew dûrî Bendava Firatê û bajarê Reqayê ye û rêyên ku ber bi wê ve diçin ji ber erdê wê yê çiyayî zehmet in.

Dîroka avakirina kelehê

Keleha Ceber, di sedsala 12'an a P.Z de bi taybetî di sala 1168’an a P.Z de, li ser platoyek li jora qeraxên Çemê Firatê li kantona Tebqayê di dema serdestiya Xanedaniya Eyûbiyan de hatiye avakirin. Keleh di bin sîwana Ceber ibn Sabiq El-Quşayrî de hatiye avakirin. Qesr 320x170 metre ye û bi du dîwarên mezin hatiye dorpêçkirin ku tesîsên qesrê dorpêç dikin. Li navenda qesrê mizgeftek hatiye çêkirin, minareya wê heya îro jî bilind e.

Carek din girîngiya wê vegeriya

Ji destpêka krîza Sûriyeyê ve, keleh hatiye paşguhkirin. Bi hatina DAIŞ'ê re, siya tarîtiyê li ser kelehê hat avêtin ku kontrola wê girt ser xwe, ew veguherand zindaneke navendî û ji bo armancên leşkerî bikar anî. Di sala 2017'an de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk keleh rizgar kirin û gihîşt girîngiya xwe ya berê.